PYD di ser gundan digire û xortan bi zorê ji bona şer dibe

PYD di ser gundan digire û xortan bi zorê ji bona şer dibe

NAVENDA NÛÇEYAN - PYD her roja ku derbas dibe li Kurdistana Rojava zext û zordariyên xwe yên li xelkê zêdetir dike.PYD herî dawî îro di wextên şeveqê de di ser gundên derdora Amûdê de girt û xortan bi zorê ji bona şer bir.

PYD her roja ku derbas bide li Kurdistana Rojava zext û zordariyên xwe yên li xwelkê zêdetir dike. Hat ragihandin PYD herî dawî îro di wextên şeveqê de di ser gundên derdora Amûdê de girt û xortan bi zor û zextan ji bona şer bir.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di nava gundên ku PYD îro di ser wan de girtine de gundên bi navê El Cewheriye ve Tîl Hebeş û Kîrînko hene. Her wiha hat hînbûn PYD îro di seat 04.00an de  li ser gundê Sîkrayê de girt.Her wiha hat ragihandin a niha PYD li ser gundê Tebqê de girtiye û xortên di gund de bi zorê digel xwe dibe şer.

Her wiha hat ragihandin PYD ji doh êvarî ve êrîşî gundên bi navê Girkê û Koçeratê jî dikin.

Li gor parvekirinên ku ji ser hisaba twîterê ya ENKS Rojava hatine parvekirin  hat diyarkirin kesên PYDyî di wextên şeveqê de dema ku hêj xelkê gund di xew de bûn li ser gund de girtine û bê destûr di malan de lêgerîn kirine.Her wiha hat diyarkirin PYDyî hêj  jin cilên xwe li xwenekiribûn ku di malan de  bi şikleke bê destûr û awayekî bê exlaq lêgerînê kirine.(ÎLKHA)

 







 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.