PYD, endamê ENKSê revand

PYD, endamê ENKSê revand

Hat ragihandin ku PYD, li bajarê Afrîna Sûrî endamê ENKS û siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Abuyê( Abdo Alrehman Nasu Abo) revandiye.

Hat ragihandin ku PYD, Li bajarê Afrîna Sûrî endamê Partiya Demokrata Kurd a Sûrî û ENKSyê û her wiha siyasetmedarê Kurd Abdurrahman Abuyê revandiye.

Gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Îlkê (ÎLKHA) ji çavkaniyên mehelî girtiye doh êvarê di derdora êvarê de komekê çakdariyên PYDyê li mala Abuyê sergirtin kiriye.

Hat ragihandin piştî ku dest û pêyên Abuyî hatiye girêdan wî revandine û ne diyar e ku wî birine li kû derê. Her wiha hat ragihandin ji ber ku Abu mixalifê PYDê bûye ew ji teref PYDê ve hatiye revandin.   

Berê jî Abu 3 caran ji teref PYDê ve hatibû revandin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.