PYDê Heqên Însanan Îxlal Kirine

PYDê Heqên Însanan Îxlal Kirine

Teşkîlata Şopandina Heqên Însanan ya navneteweyî orguta Pydê ya ku li Sûriyê dirêjiya Pkkê ye, bi îxlalkirina heqên însanan sûcdar kir.

Sûcdarkirin di rapora teşkîlatê ya ku cara ewil e li ser 3 herêmên rojavayê ku ji aliyê PYDê ve tê îdarekirin hatiye amadekirin de cî girt.

  Teşkîlatê raporek bi navê “Di bin desthilatdariya Kurdî de: Binpêkirinên li navçeyên di bin kontrola PYDê de” ku ji 107 rûpelan pêk tê belav kir.

  Di raporê de bi awayekî berfereh li ser bûyerên girtina dijberên siyaseta PYDê, revandina xelkê, kuştinên ku kujerên wan nediyar û mehkemekirinan disekine, herwiha behsa çekdarkirina zarokan ya ji aliyê YPGê ve dike.

  Teşkîlatê li ser haletên kuştin û wendakirina dijberên PYDê jî nivîsandiye û besha kuştina Ehmed Ferman Bonceq li Qamişlo, revandina Behzad Dursin li Dêrikê, Emîr Hamid li Dirbêsiyê, Henan Hemdoş li Efrînê bi îşkenceyê, Reşwan Etaş li Serêkaniyê di zindanê de dike.

  Li gorî raporê, Pyd kurdên din yên ne ji wê ne, adîl mehkeme nake. Muxalîfan bê qirara girtinê digre. Di hinek meseleyan de nahêle ku kesên girtî ji xwe re abûqatan jî bigrin.

  Teşkîlatê da zanîn ku di baskên polîs û leşkerî yên Pydê de zarok jî tên şuxulandin.

  Di raporê de tê gotin ku muxalîfên Pydê ji holê wenda dibin û cînayetên ku failên wan nediyar nayên lêpirsîn.

  Pydê di 2012an de piştî hêzên Sûriyê vekişiyabûn li Efrîn û Kobanî û Cizîrê xweserî îlan kiribû.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.