Qamyona îtfaîyeyê dema ku diçû bûyerê qulibî: 3 personelên îtfaîyeyê birîndar bûn
Li Meletîyê qamyonek îtfaîyeyê ku ji bo midexeleya şewatekî bike derketibû rê qeza kir û qulipî. Di encama qezayê de 3 personelên îtfaîyeyê birîndar bûn.
Qeza, li ser Ceddeya Selîmîye ya ku li ser Rêya Dîlek a navçeya Yeşîlyurtê ye qewimî.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ekîba ku girêdayê Serokatîya Daîreya Îtfaîyeya Şaredarîya Bajarê Mezin a Meletîyê bû û di bin îdareya B.S. de bû, ji bona ku midexeleyî şewata ku li Taxa Dîlek Ugrakê di malekî de derketibû bikin tevgerîyan. Qamyona ku ji bo biçe cîhê bûyerê ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji bin kontrola şofêr derket û qulipî.
Piştî qezayê ji herêmê re gelek ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin. Bi tevî alîkarîya welatîyan 2 personelên îtfaîyeyê ji nav qamyonê hatin derxistin.
Mirovên birîndar piştî midexeleya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.