Qanûna Torbe Hat Qebûlkirin

Qanûna Torbe Hat Qebûlkirin

Pêşnûmaya Qanûna Torbe li meclîsê hat qebûlkirin. Pêşnûmaya ku ji 148 maddeyan pêk tê, gelek rêkûpêkirinan dihewîne. Ew ê bi qanûnê 35 mamoste bên tayînkirin.

Pêşnûmaya Qanûna Torbe ya ku gelek kesan eleqedar dike, li meclîsê hat qebûlkirin. Pêşnûma ji 148 maddeyan pêk tê û hinek rêkûpêkkirinên qanûnê ev in:

— Ew ê ji bo karkerên ku di binê erdê de dixebitin, şertê qidemê neyê xwestin. Li gorî vê heger karker di karên di binê erdê de rojekê jî xebitî be, ew ê ji tezmînata qidemê karibe îstîfade bike.

— Ew ê qederê xebata karkeran a di binê erdê de, heftê herî zêde 36 saet be û rojê jî bi ser 6 saetan nekeve.

— Ew ê umrê teqawîdbûnê ya karkerên di binê erdê de dixebitin, ji 55an dakeve 50yî.

— Ew ê kardêr di nav xebatkarên xwe de pisporê ewlehîya kar, diktorê kargehê wezîfedar bike. Ew ê li kargehên ku 10 yan jî zêdetirî wê xebatkarên wê hebin û di kategoriya pir xetere de bin, personelên sihhetê yên din jî bên wezîfedarkirin.

— Ew ê hemû deynên SGKya Sazîya Ewlehiya Sosyalê yên li xebatkarên ku di facîaya oğaca madenê ya li Somayê de can dane bên xîşkirin.

— Ew ê kuflet yan jî zarokekî xebatkarê ku di qezaya madenê de can dabe, ger kuflet û zarokê wî tune be birakî wî, bi tevahî yek kesê wî di qamûyê de bê îstîhdamkirin.

— Ew ê mehaneya xebatkarên ocağa lînyît û komirê, ne kêmî du qatê ucreta asgarîyê be.  

— Ew ê heta 31ê Kanûna Pêşin 35 hezar mamoste bên tayînkirin.

— Ew ê li merkezên tenduristiyê yên malbatê, di wextê ğeyrî saetên xebatê de, wezîfeya nobetê bidin diktor û personelên van merkezan û personelên saziyên bi ser wezareta tenduristiyê ve.

— Ew ê sîgortaya kesên ku zêdetirî 10 rojan di xizmeta malan de xebitin bên çêkirin. Ew ê li kesê ku van xizmetkaran didin şuğulandin û di dema xwe de sîgortaya wî ranazîne, bi qasî ucreta asgarîyê ceza bê birîn. 

— Ew ê li hemû bajaran nahîye bên rakirin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.