Qasimî: Amerîka bi şikleke keysperest destekê dide xwepêşanên li Îranê

Qasimî: Amerîka bi şikleke keysperest destekê dide xwepêşanên li Îranê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Qasimî bi daxuyanîya ku destnîşan kir “Amerîka bi şikleke keysperest destekê dide xwepêşanên li Îranê.”

Ji teref Berdevkê Wezareta Karên Derve Behram Qasimî ve derbarê xwpêşanên ku ev çend rojên dawî li çend bajarên Îranê rû dane û berdewam dikin de daxuyanîyek da.

Behram Qasimî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir  Makeqanûna Îranê destekê dide wan daxwazên ku bi rêyên demokratîk tên vegotin.

Qasimî di berdewama daxuyanîya xwe kiryarên Amerîka yên li hember Îranê di bîran xist û got: “ Rayedarên Amerîka nikarin bi milletê Îran a zana û alî fikr û ramanan pêşnîyaz bikin. Di van çend rojên dawî de xelkê Îranê bo daxwazên medenî xwe li bajarinan berdan kolanan ku Amerîka bi şikleke keysperest destekê dide van xwepêşanên li Îranê. Xelkê Îranê vê desteka Amerîka wek rîya û hîleya Amerîka dibîne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.