Qedexa Tesetturê
Li Zanîngeha Pamûkkaleyê, tevgereke cûdaxwaztîyê.. Dîplomayê nadin kesên birî û sernixumandî.
Li Zanîngeha Pamûkkaleyê, zorbatiya 28ê Sibatê hê didome. Îlanên ku li ser panoyên zanîngehê hatin aliqandin, cûdaxwaztîya li ser kesên dîndar careke din anîn rojevê.
Di îlanê de tê gotin ku kesên mezûn bûne, ji bo wergirtina belgeya mezûniyetê, divê ne birî bin û ne sernixumandî bin.
Ev jî bû şîroveyên ku hê zorbatîya 28ê sibatê neqediyaye. Li hinek zanîngehên din jî, digel ku di rêziknameyên wan de şert û maddeyên wiha hebin jî, li zanîngeha Pamûkkaleyê tetbîqateke wisa bû sedema bertekan.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.