Qedexeya derketina derve ya Cizîrê qismen tê rakirin

Qedexeya derketina derve ya Cizîrê qismen tê rakirin

Qedexeya derketina derve ya ku li navçeya Cizîra Şernexê berdewam dike ji sibe pê ve di navbera seatên 19.30-05.00an de bê tetbîqkirin.

Ji teref Walîtiya Şernexê ve di derbarê mijarê de hat ragihandin qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di navbera seatên diyar de bê tetbîqkirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji bona teqemeniyên ku ji teref PKKyiyan ve hatine bicîkirin bên berterafkirin, çal bên girtin û barîkat bên rakirin berî niha qedexe hatibû îlankirin ku ev qedexe wê ji sibe pê ve her roj di navbera seatên 19.30-05.00an de bê tetbîqkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin qedexeya li Silopiyê jî ew ê ji seat 18.00an pê ve bê tetbîqkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.