Qeflê hecacan ketin rê

Qeflê hecacan ketin rê

Jı Tırkîyê qefla yekem a hecacên 2014an, jı bo herın axa pîroz ketın rê. Jı Samsûn, Konya û Stenbolê namzetên hecê bı dua û hêsıran hatın bı rêkırın.

Ji Tirkîyê qeflên ewil ên hecacên sala 2014an, ji bo herin axa pîroz ketin rê.

Hejmara kesên ku wê îsal herîn hecê, 61hezar û 300 kes e. Qefla hecacan a ku ji 194 kesan pêkdihat, ji firogeha Çarşambayê ya Samsûnê ber bi Medînê ve ket rê.

194 namzetên hecê yên ji Samsûn,Gîresûn, Ordû, Artvîn, Trabzon, Rîze, Tokat, Amasya û Sînopê,li firogeha Çarşambayê ya Samsûnê, ji aliyê merivên wan ve bi duayan hatin birêkirin.

Ji Konyayê jî 2 qeflên ku ji 320 kesan pêk dihat,ber bideverên pîroz ve ketin rê.

Hat îfadekirin ku ji 61 hezar hecacên ku wê îsal herîn hecê 2 hezar û 500ê wan ji Konyayê tên birêkirin.

Ji Stenbolê qefla ewil a Hecacanjî bi wasîteya Acenteyê çû axa pîroz.

Grûba 450 kesî ya ku ji 9 qeflan pêk dihat, ji firogeha Sabîha Gökçenê di sa’etên şevê de bi rê ket.

Merivên hecacan, li firogehê hecac bi duayan bi rê kirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.