“Qehremanên Pêşmergeyên Roj di çeperên pêşî yên parastina Kurdistanê de bûn”

“Qehremanên Pêşmergeyên Roj di çeperên pêşî yên parastina Kurdistanê de bûn”

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka avakirina hêza xwe ve û heya roja îro di çeperên pêşî yên parastina xaka Kurdistanê de bûne.”

Ji ber ku Aldar Xelîlê Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê  ji Pêşmergeyên Roj re got çete  ji teref Serokatiya Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bertek hat nîşandan  û wiha hat gotin: Aldar Xelîlê Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê di hevpeyvîneke rojnamevanî de behsa danûstandinên di navbera ENKS û PYDê de kiriye û hêza Pêşmergeyên Roj wek kirêgirtiyên dewleta Tirkîyê binav kiriye.Navhatî baş dizane û agahdar e ku qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka avakirina hêza xwe û heya îrîro di çeperên pêşî yên parastina axa Kurdistanê de bûn. Wan di şerê dijî DAIŞê de bi dehan şehîd û birîndar dane û ti niştimanperwerekî xwedî wijdan wan jibîr nake.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, tiştê ku Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê kiriye tohmet e û dû re wiha hat gotin: “Ev core daxuyanî û tohmet ziyangihandin e bi yekrêziyê û merama sereke ji wan gotinan têkdana danûstandinên di navbera aliyên Kurdî de ye. Eşkere ye jî her dema ku behsa kirêgirtiyan tê kirin, dicih de kî tê bîra xelkê Kurdistanê. Kar, dîrok û bûyer şahid in ka kî kirêgirtiyê van û wan bûye.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.