Qetlîam û Jenosîda Îsraîla Melûn
Teyarên rejîma terorê êrîşên xwe dıdomînın. çolîgeke lı kampa nûseyratê bû hedef. dı êrîşê de 2 kes şehîd bûn. hejmara şehîdan jî her ku dıçe zêde dıbe.
Bombardimankirina Ğezzeyê dewam dike. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref Qûdra da zanîn ku çolîgeke li kampa multeciyan ya Nûseyratê, bûye hedefa êrîşan. Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûne.
Qararaya li rojhilatê Xan Yûnûsê jî bû hedef û kesek li vir şehîd bû. Do di êrîşan de 38 filistînî şehîd bûbûn. Heta niha hejmara şehîdan nêzî 2 hezar û sedî bûye.
Ji teref grûbên berxwedanê ve avêtina fuzeyan jî dewam dike. Li Aşkelon û hinek herêmên nêzî sînorê Ğezzeyê, dengê sîrenê hatin bihîstin. Tûğayên Qessamê da zanîn ku 4 fuzeyên Qessamî avêtine Kefer Sadê, 3 fuzeyen gradê avêtine Bîr Sebayê, 7 fuzeyên Qessamî avêtine Sîderotê û 3 fuze jî avêtine Nahal Ozê.
Fona Alîkariya ji bo zarokan ya Neteweyên Yekbûyî UNICEFê (yunîsefê) jî beyan kir ku li Ğezzeyê 469 zarok hatine qetilkirin û dibe ku ev hejmar zêde bibe. Herî hindik 3 hezar zarok jî birîndar bûne. UNICEFê da zanîn ku ji aliyê kuştin û tesîrê ve rewş pir xerab e. Di 48 saetên dawîn de 9 zarok hatine qetilkirin. Her wiha beyan kir ku ji ber êrîşên rejîma terorê, li Ğezzeyê zêdetirî 370 hezar zarok hewceyê alîkariya psîko-sosyalê ne.
Li aliyê din hat gotin ku li Ğezzeyê 11 casûsên Îsraîla melûn hatine îdamkirin. Di heqê kesên îdamkirî de agahî nehat dayîn lê hat îfadekirin ku wê li ber casûsên dijmin merhamet neyê nîşandan, cezayê wan jî îdam e.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.