Qetli`ama `Susa`y Careke din Hate Şermezarkirin

Qetli`ama `Susa`y Careke din Hate Şermezarkirin

Bi munasebeta salvegera qetlî`ama ku li camiya gundê Sûsa hatibû kirin û 10 kes di vê qetlî`amê de şehîd bûbûn, ji aliyê "Komeleya Hur" beyanatek neşriyatê hate xwendin. "Komeleya Hur" beyan kir ku amanc ji vê êrîş û qetlî`amê dûrkirina xelqê Kurdê muslum

 

Qetlî’ama “Sûsa”yê Careke din Hate Şermezarkirin

Komeleya Heq û Hurriyetên Însana (Hur-Der), di beyanatê de van sernivîsa derxist pêş:

· Êrîşên li camiya bên kirin çawa ku di ayeta de jî hatiye beyan kirin Zulmek mezin e. Vê zulma mezin gellê Kurdê musluman dema avabûna cumhûriyeta Tirkî û di dema Pkkê de dîtiye.

· Armanca vê qetlî’amê dûrkirina gellê Kurd ji Îslamiyetê ye.

· Ev qetlî’am di 25 Hezîranê sala 1992a de bi destê qatilên Marqsîstê dujminê dîn û zalim, li cema’eta Mizgefta Sûsayê ku bê mudafe’e bûn hatiye kirin, di vê qetlî’ama xwînxwar de 10 muslumanên muwahhîd şehîd ketine.

· Marqsîstê ku li ser navê Nîjadperestî û xelasiya gel dixebitin, însanê dîndar ku ji gellê wan bin jî, ji kuştinê û qetlî’ama wan destê xwe nekşandine. Zulma herî mezin ji bo ku musluman bûne pêşî li gellê xwe kirine.

· Bi vê qetlî’amê hogirê Emperyalî û siyonîsta, xwestine ku gellekî bê ol derxin holê. Lê belê tevlî vîqas xwînrijandin û lebatên necis jî, gellê kurd bi xweyî derketina Îslam û evîndariya Muhammed, xebatên wan vala derxistine, wan bi Îmana xwe qehr û perîşan kiriye.

· Zihniyyeta kesên qetlî’ama Mizgefta Sûsayê kirine û zihniyyeta Siyonîstê ku qetlî’ma Mizgefta El Xelîla Filistîn kirine yeke.

· Çawa Emperyalîst, Siyonîst û sîxûrên wanê di nava me de êrîşê Mizgefta dikin divê em jî bi vî awayî li mizgeftê xwe xwedî derkevin.

· Em mezlûmê di vê qetlî’amê de şehîd bûne bi rehmet bibîrtînin û yê ku vê qetlî’amê kirine tel’în dikin.



Muhammed Sebatî/Kelhaamed

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.