Qetlî’amên Beşşar Esed Zarok û Pîrekan Nasnake

Qetlî’amên Beşşar Esed Zarok û Pîrekan Nasnake

Tevlî tezyîqatên navdewletî jî Beşşar Esed qetlî’amên xwe li hember gelê xwe didomîne.

Tevlî tezyîqatên navdewletî jî Beşşar Esed qetlî’amên xwe li hember gelê xwe didomîne.

 

Li gor beyanata ji alî Koordînasyona Komîteyên Mehellî do li Himisê 72, li Îdlîbê 25, li Şamê 5, li Helebê 5 û li herêmên dî yên Sûrîye jî 3 kes hatine kuştin. Di malperên înternetê de vîdeoyên kesên li Himisê mehella Kerem El Zeytûn hatine kuştin hatin weşandin. Di vîdeoyan de xwiya dike ku di nav kuştiyan de gelek zarok jî hene û li kesên hatine kuştin îşkence hatine kirin. Li gor hat beyan kirin şoreşvan pey îşkence û tecawizên civakî hatine kuştin. 

 

Konseya Şoreşa ‘Imûmî a Sûrîye beyan kir ku, di operasyonên Himisê de sûcên însaniyetê li hember sivîlan didome. Bi topan avahî tên xirakirin û însan berê sibê bi benzînê tên şewitandin.

 

Dîsa li gor hat zanîn Bînbaşîkî, yuzbaşîkî û sê ‘eskerên sûrîye jî tê de vê sibê 95 welatiyên Sûrîye yên din jî îltîcayê Tirkiye kirin.

 

Di hêla dî de li gor hatiye hînkirin cara yeka ye ku qumandarekî fille ji artêşa Sûriye qetiya û giha nav sefê şoreşvanan. Qumandar Mutî Îlyas beyan kir ku Artêşa Esed îdî bi bingeha etnîkî bûye qeweteke ku sivîlên me’sûm qetil dike..

 

Li gor xebera televizyona El-Cezîreyê, hêzên Şebîha ê ku rasterast   bi Mahîr El Esed ve girêdayîne 30 malbatî tevlî zarok û pîrekên di nav de bi kêran kuştin. vîdeoyên vê qetlî’ama li mehella Kerem El Zeytûn hatiye kirin ji alî şoreşvanan ve di malperên înternetan de hatin weşandin. (Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.