Qetlîamên ordiya Sûriyê

Qetlîamên ordiya Sûriyê

Hêzên ordıya rejîma esed qetlîamên xwe dıdomîne. Dı êrîşên dawîn ên lı cûrbecûr bajaran de, dı nav wan de jın û zarok jî 101 kes hatın kuştın.

Zulma û şîddeta ordiya rejîma Esed didome. Di êrîşên dawîn ên hêzên rejîmê yên li ser herêmên di bin destê muxalîfan de, 101 kes hatin qetilkirin. 32ê wan zarok û 14ê wan jî jin in.

Li Hamayê 22, li Heleb û Îdlîbê bi 20an, li derûdora Şamê 15, li Kuneytirayê 6, li Raqqa û Derayê bi 5an, li Haseke û Hûmûsê bi 3an û li Deyrez Zorê jî 2 kes, bi tevahî 101 kes hatin qetilkirin.

Li aliyê din hat gotin ku helîkopterên ordiyê, bi ser beldeyên Habît û Xan Şêyxûn ên di destê muxalîfan de, bombeyên warîlê barandine. Di êrîşan de di nav wan de jin û zarok jî, herî hindik 30 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên sahrayê. Di van êrîşan de gelek mal xera bûn û hat gotin ku xelkê bi îmkanên xwe hewl dane ku mirî û birîndaran ji binê enqazan derînin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.