Qetlîmên li Helebê hatin telînkirin

Qetlîmên li Helebê hatin telînkirin

WAN - Înîsîyatîfa Piştevaniya Siwîl a Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî qetlîamên ku li Helebê ji teref rejîma Sûrî û balafirên Rûsyayê ve tên kirin telîn kir.

Endamên înîsîyatîfê li Parka Dabbagogluya Wanê li hev civiyan û qetlîamên li Helebê protesto kirin.

Li ser navê înîsîyatîfê daxuyaniya çapemeniyê ji teref Berdevkê Înîsîyatîfa Piştevaniya Siwîl ê Wanê Şeref Akbulut ve hat xwend. Akbulut di daxuyaniya ku xwend de destnîşan kir berpirsiyarê qetlîama ku tê kirin Îsraîl, DYE, Îngîltere, YE û Rûsya ye.

Akbulut di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir tu xema astengkirina qetlîamê ya wan hêzên koalîsyonê nîne, derdê wan a esil saz kirina Projeya Mezin a Rojhilata Navîn e. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.