Qey Kes Guh Nade Hewara Dayikan?

Qey Kes Guh Nade Hewara Dayikan?

Li Diyarbekirê protestoya dayik û malbatên dilşewat yên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê dewam dike. Malbat dixwazin zarokên bên vegerandin.

Li ser rewşa xwe hinek dayik û bavên dilşewat di bernameya Rehber Tvyê de feryad û gazinên xwe anîn ziman û xwestin ku zarokên bên berdan. Malbat gazin dikin ku hikûmet û dewlet û kesên rayedar, guh nadin feryada wan.

Kalê Mehmet Emîn Ünalanê revandî Sebrî Ünalan got ku gelo ne zarokên me bana, ger zarokên parlementerekî li meclisê revandibana çiyê, ew ê hal wiha be? Xalê Sebrî îfade kir ku heta zarokên wan neyên vegerandin, ew ê protestoya wan dewam bike.

Bavê Efeturk Toklarê revandî Mehmet Emîn Toklar jî beyan kir ku kurê wî bi nexweşiya ‘edrê ye. Bila zarokê min berdin. Divê di dema aşîtiyê de tiştên wiha nebûbûna.

Xuşka Fatîh Erenê revandî Hatîce Eren jî beyan kir ku birayê ne zarokî wisa ye ku bi serê xwe û îrada xwe çûbe. Bila tu rayedar ji van feryadên dayikan re çavê xwe negrin, guhê xwe nexetimînin û kerr û lal tevnegerin.

Dayika Zehra Yapiciya revandî Muqaddes Yapici jî îfade kir ku eger zarok bên revandin tê wê me’neyê ku aşîtiyê naxwazin, em bi hesreta zarokên xwe peritîne, bila zarokên me berdin. Bila hikûmet û çi ji destê kê tê, li ber van feryadan tiştekî bikin. Derdê me hatine zarokên me ye (BANGAHEQ)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.