Qezaya trafîkê: 13 birîndar

Qezaya trafîkê: 13 birîndar

ÊLIH - Li Êlihê serwîsa xwendekaran qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 13 xwendekar birîndar bûn.

Li navçeya Hezoya Êlihê, mînîbûsa ku xwendevanan dibir û dianî mektebê qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 13 xwendekar birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Gundê Aynhisanêya Hezoya Êlihê mînîbûsa xwendekaran a ku ajokarê wê Zekî Bulut bû ji ber ku hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza kir.Di encama qezaya ku pêk hat de 13 xwendekar birîndar bûn.

Xwendevanên ku birîndar bûn rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.