Qezayên ku di înşaata TOKÎ de bi mirin û birîndarbûnê bi netîce dibin balan dikşînin

Qezayên ku di înşaata TOKÎ de bi mirin û birîndarbûnê bi netîce dibin balan dikşînin

Berî niha li Nisêbîna Mêrdînê di înşaata TOKÎyê de di qezaya ku pêk hatibû de karkerek jiyana xwe ji dest dabû û 5 karker jî birîndar bûbûn ku doh qezayeke din pêk hat û karkerek din jî birîndar bû.

Hat ragihandin li Nisêbîna Mêrdînê di înşata TOKÎyê de karkerek ji qeta duyem ket xwarê û birîndar bû. Ev qezaya ku pêk hat ên berî niha anî bîran.

Bûyer di înşaata ku ji teref Serokatîya Avahîya Komî ve li Taxa Dîclê tê çêkirin pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin  karkerekî bi navê Yusuf Çîçek ji qeta duyem a înşaatê daket jêr. Di encama ketinê de karker birîndar bû.

Karkerê ku birîndar bû bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Qezaya ku pêk hat ên berî niha pêk hatibûn anî bîran. Berî niha li Nisêbîna Mêrdînê di înşaata TOKÎyê de di qezaya pêk hatibû de karkerek jiyana xwe ji dest dabû û 5 karker jî birîndar bûbûn ku doh qezayeke din pêk hat û karkerek birîndar bû.

Gelo digel temamê qezayên ku pêk tên û di encamên wan de mirin û birîndarbûn çêdibin hêj ewlehîya karkeran tê îhmalkirin?(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.