Qezayên Trafîkê

Qezayên Trafîkê

Lı antalyayê, 2 wesaît lı hev qelıbîn. dı hedîseyê de 3 kesan can dan, 4 kes bırîndar bûn. lı stenbolê dı qezayê de 2 kesan can dan, kesek jî bırîndar bûn. lı edenê jî 2 qamyonetên zebeş barkırî lı hev qelıbîn. dı qezayê de 2 kesan can dan, 10 kes jî bırî

Li Fînîka navçeya Antalyayê, 2 wesaît li hev qelibîn. Di qezaya qewimî de 3 kesan can dan, 4 kes jî birîndar bûn. Hedîse li ser rêya Fînîke-Elmaliyê pêk hat. Tîmên îtfaiyê midaxela 4 kesên birîndar kirin û tîmên mudaxela acîlê ew rakirin nexweşxaneyên dewletê.

 


Li Stenbolê jî di rêya otoyê ya TEMê de, li texma rêya Tekstîlkentê qezaya trafîkê qewimî. Di bûyerê de 2 kesan can dan û kesek jî birindar bû. Qeza danê sibehê qewimî. Ji ber qezayê demekê rê ji trafîkê re hat girtin.

 


Li Karaîsaliya navçeya Edenê jî, 2 qamyonên zebeş barkirî li hev qelibîn. Di hedîseyê de 2 kesan can dan, ajotvan û 8 kesen ku di berhevkirina zebeşan de dixebitîn jî birîndar bûn.

 


Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Edenê. Ji ber hedîseya qezayê, 2 saetan rê ji trafîkê re hat girtin û piştî xebatan hat vekirin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.