Qezayên Trafîkê

Qezayên Trafîkê

Bêdîqetî, sureta zêde û serxoşane ajotına wesaîtan, dıbın sedema qezayan. lı agırî, melet û çolîgê dı qezayên trafîkê de 6 kesan can dan,12 kes jî bırîndar bûn.

Li Bazîda Agirî di qeza trafîkê de 3 kesan can dan, 2 kes birîndar bûn. Li gorî agahiyan, li nêzî deriyê sînor ê Gurbulakê li dora gundê Telçekerê du otomobîl li hev qelibîn. Kesên li hawêrdor, birîndar rakirin nexweşxaneyan. Lê 3 kesan can dan, tedawiya 2 kesan dewam dike.

Li Doğanşehîra navçeya Meletê jî qeza qewimî. Hedîse li ser rêya Melet û Semsûrê li nêzî Sûçatiya Doğanşehîrê pêk hat. Di bûyerê de kesekî can da, di nav wan de bûk û zavayek jî 8 kes birîndar bûn.

Dîsa li Meletê li ser rêya Melet û Xarpêtê, li texma Çolakliyê otomobîla ku ji kontrola şofêr derket, derbasî hêla din a rê bû û gindirî şerampolê. Di qezayê de gedekî 6 mehî can da, 4 kes birîndar bûn.

Li aliyê din li merkeza Çolîgê di qezayê de kesekî can da. Li gorî agahîyan taksîyek û wesaîteka ku dihat îddîakirin lemba sor îxlal kiriye li hev qelibîn. Hedîse li qewşaxa Duzağaçê pêk hat. Di qezayê de taksî qulibî û rêwîyê tê de can da.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.