Qirara Agirbestê

Qirara Agirbestê

Agırbesta jı bo ğezzeyê, lı tırkıye û dınyayê erênî hat dîtın. neteweyên yekbûyî, yekîtîya ewrûpayê û amerîkaya hamîyê sîyonîstan, dı heqê agırbestê de xeber dan.

Di navbera Filistîn û Îsraîla siyonîst de, agirbesta daimî hat qebûlkirin. Agirbest li Tirkiye û dinyayê erênî hat dîtin.

Wezareta Karên Derve beyan kir ku wê agirbest, ji bo sikûneta daimî ya li herêmê û hewlên çareserkirina îxtîlafên Îsraîl û Filistînê ya adil, berfireh û daimî, zemîneke munasîb pêk bîne.

Hat îfadekirin ku girîng e ku li agirbestê rîayet bê kirin, di muzakereyan de hemû meselên biniqaş bên çareserkirin. Di beyanê de wiha hat gotin:

“Ew ê Tirkiye hewlên xwe yên di warê agirbesteke domanbar a ku wê daxwazên meşrû yên xelkê filistînê peyde bike de, di dewra pêş de jî biqirar bidomîne.”

Neteweyên Yekbûyî ya ku heta niha ji ber bêdengiya xwe ya li ber qetlîamên siyonîstan dihat tenkîtkirin, Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkaya hamîyê Îsraîla siyonîst jî. di heqê agirbestê de xeber da.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Mûn wiha got: “Divê vegera bal muzakereyên ku wê îşğala 47 salî biqedîne ve pêk bê.”  

Ban Kî Mûn berî niha li ber qetlîamên siyonîstan bêdeng mabû. Di xeberdana xwe ya li ser agirbestê de, dîsa dev ji piştevaniya îsraîlê berneda û behsa heqê ewlehiyê ya Îsraîlê kir.

Yekîtiya Ewrûpayê jî memnûniyeta xwe ya ji bo agirbestê anî ziman û îfade kir ku divê agirbest bê domkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Emrîkayê John Kerry jî di beyana nivîskî de weha got: “Em qewî piştgiriyê didin agirbestê. Em hêvî dikin ku wê agirbest daimî û domanbar be û bibe wasîteya çareserkirina niqaşan a daimî.”

Li aliyê din li Ammana paytexta Urdunê bi minasebeta agirbestê nimayuş hat kirin. Filistînî li kampa multeciyan a Bekayê kom bûn û bi minasebeta agirbesta piştî 51 rojê, pîrozbahî rast kirin. Filistîniyan agirbestê wek zaferê nirxand.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.