Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Qiyama Şêx Se'îd Efendî (14)

Ji xeynî çend kesên wek Salih Begê Hênî, hema hema hemû hevalên Şêx Seîd Efendî piştî bi awayekî nerasterast, hinek jî rasterast mesûlîyet xistin hustê Şêx Seîd Efendî û ew sucdarkirin, serokê mehkemê wegerya ser Şêx Seîd Efendî û got; 'Binêr Şêx Seîd her kes înkar dike' Şêx Seîd Efendî jî;

Bêyî ku ji tu kesî hêrs bibi, wan tekdir bike û bi wan re bikeve nava polemîkekê, dibêje; 'Ez çi bibêjim? Îlellahî muşteka ' (gilî li Xwedê ye).

Tişta balkêş ew e ku yên ku digotin em bi zordarî û zorê beşdarî serhildanê bûne, tu mesûlîyetî qebûl nekirin û hemû 'sûc' danîbûn ser Şêx Seîd Efendî jî hatin îdamkirin.

Di dema ku her kesî suc davêt ser Şêx Seîd, ew Salih Begê Hênî (ku Şêx Seîd jê re digot "di warê zanîn, hêz û fezîletê de bi hemû heybet û mirovê herî hêja) wiha digot ;

Operasyona hikûmetê ya muğeyirê şer’a şerîf ev rewş nîşan da, Şêx Seîd Efendi niftikek bû. Heger ne ew bûya, yekî din wê bikira.” (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.323)

Li ser îddîayên li ser kurdayetiyê, Salih Begê Hênî wiha bersiv dide, “Armanc li vê herêmê dîn e: tenê meseleya dîn e, tenê” (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê pêgirtê Mehkema Şêx Seîd r.320-321).

Li gorî ifadeyan de derbas dibe qadroyên pêşeng diyar dikin ku, ew ji muxalefeta Partiya Teraqîperwer hez dikin, lê qet di nava têkiliyan wan de nî nin.

Bi tundî îddîaya ku Îngiltere piştgirîya wan dike red dikin û dibêjin: "Xwedê lanetê li Îngilîstanê bike" (Daxuyanîya Salih Begê Hênî, qeydên Dadgeha Îstiqlalê ya Şêx Seîd, r.328).

Îfadeyên ku Salih Begê Hênî di mehkemeyê de daye jî li gorî Şêx Seîd Efendî ye: "Armanca me li vê herêmê ‘ibaretê bi dîn e. Girtina medreseyan di rêza yekem de hişê mirovan xera kir. Li vê taxa me li her gundekî medrese heye, xwarinê didin, pênc-deh feqî-xwendekar jî hene. Dema ku emrê girtina medresa hat dayîn, tesîrek nexweş li ser hemû aliyan kir û dema ku hînkirina dînê wan hat qedexekirin, xemgîniyê dest pê kir. Dawîyê Qanûna Medenî hat guhertin. Kelecan zêde bûye... Qet mebestek (sebeb) din qat’îyen tune..."

Salih Begê Hênî, li ser îdiayên ku ji aliyê Îngilîstanê ve tên destekkirin; Dibêje, “Xwedê bela Îngilîstanê bide”, bi tundî dijberî dike.

Salih Begê Hênî endamekî xwenda yê malbateke kevnar û bibandor e ku mîrekiyek li herêmê bû û eslê xwe ji Ebbasiyan bû.

Salih Begê Hênî hem ‘alim hem jî rewşenbîr bû. Berê wezîfa Qadîtî û Miftîtî yê kiri bû. Wezîfa wî ya dawîn miftîyê Madenê bû. Ji ber ku serlêdanên rejima kemalîst yên nû qebûl nekir bi dilxwazî ​​dev jê berda. Ew bi Tirkî, ‘Erebî, Farisî, Kurdî (Kurmancî), Zazakî (Dimilî), piçekî Fransî û Îngilîzî dizane ku di qeydên dadgehê de jî hatiye nivîsandin.

Salih Begê Hênî kesekî were bû, ku hemû nîqaşên rewşenbîrî, edebî û siyasî yên temenê xwe ji nêz ve dişopand. Li Amedê bi hevwelatiyê xwe Zîya Gokalp re hevalekî nêzîk bû û piştre bi Zîya Gokalp re dema ku fikrên Tirkperest û Turanîst qebûl kir û ket nava nîqaşên dijwar, û pêre ‘eleqê xwe ji Ziya Gokalp qut kir.

Salih Begê Hênî heta deqeya dawî ya îdamkirina xwe, cesaret û metaneta xwe parast û moral da hevalên xwe yên ku dê bên îdamkirin. Ji wan re digot; bawermend û serbilind bin.

Helwesta Şêx Seîd jî a li hemberî îdamê mîna hevalê wî Salih Begê Hênî ye.

Dema ku Şêx di nav hemêza şevê de ber bi sêdara îdamê ve diçû, bala wî li ‘Elî Saib (‘Elî Saib Ursavaş, bi eslê xwe Kurd e ji Kerkûkê ye), ku endamê Dadgeha Îstiqlalê ya Şerqêye, hatibû li îdamê temaşe dikir. Hêdî hêdî serê xwe dizivirîne û peyvên ku ji lêvên wî diherikin, mîna sîleyekê li lepê şevê diqelişin:

'Em ê roja mehşerê bi te re hesab bibî nin. Wê rojê heqê bizina kol ji bizina bi qiloç tê sitendin.'

Kirasê îdamê li şêx kirin. Lêvên wî bi awayekî nedîtî hereket dikir. Bi awayekî bi şek ku li gor temenê wî nedihat hêvîkirin, ber bi sêdara îdamê ve meşiya.

Dema hate ser sehpayê, şehîdê yekem Hubeyb ku ji aliyê muşrîkên Mekkê ve hatiye darvekirin, di deftera ku peyamnêrê taybet ê Rojnameya Son Saat de wek bîranîn dabû bi halekî bê tirs û mutewekîl bi ‘Erebî wiha nivîsand;

Bi Kurdî:

“Eger min ji bo Xwedê û dîn şer kiribe,

Ez ji daliqandina li ser çiqilên bê qîmet natirsim”

Mûhemmed Se’îd Palewî El Amedî, 28 Hezîran 1925, 02.30

Hate ragihandin ku Salih Begê Hênî dema ber bi sehpeya îdamê ve diçû, dubendê helbestvanê navdar ê dîwanê Nabî yê Rihayê, ji ber xwe ve gotîye:

Kimdir bizi men eyleyecek bağ-ı cinandan?

Hane bizim miras-ı pederdir, gideriz biz.

(Kî wê rê li me bigire ku em têkevin bexçeyê cennetê?

Bihuşt wek mîrata bavê me ye.)

Şêx Seîd îro li navçeya navenda Sûrê ya Amedê li "Meydana Şêx Seîd" a ku navê wî lê hatiye kirin, hat îdamkirin. Ji aliyê şahidên wê rojê ve hatiye gotin ku, Şêx Seîd Efendiyê ku beriya 97 salan bi 46 hevalên xwe re birin ser sehpeya îdamê, tevî ku ti tirs û teredut di rûyê wî de tunebû, bi tekbîran çûbû ser sehpeya îdamê.

Beriya ku were îdamkirin, wî sedema hebûna xwe anî ziman û got, "Tu tirsa min tune ku ez bi van çiqilên bêqîmet bêmdaliqandin. Bêguman tekoşîna min ji bo Xwedê û dînê wî ye." Bi vî awayî gotinên dîrokî qîriya, him mefhuma doza xwe ji nifşên paşerojê re got, him jî li rûyê zaliman heqqî qîrîn kir.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.