Mamostê SIPYAGÎ

Mamostê SIPYAGÎ

Qiyama Şêx Se'îd Efendî (15)

Mehkema Îstîqlalê ya Şerqê ji van kesan pêk dihat:

Reîsê Mehkemê: Wekîlê Denizliyê Mazhar Mûfîd (Kansu)

Endam: Wekîlê Kozan Ali Saib (Ursavaş)

Endam: Wekîlê Kirşehîrê Lütfi Müfîd (Özdeş)

Endam: Wekîlê Bozokê Avnî (Dogan)

Serdozger: Wekîlê Qaresî Ahmed Sureyya (Örgeevren)

Ya balkêş ewe kû ji ğeyrî serdozger endamê mehkemê yek jî ne huqûqnas bûn. Qerarê wan ne diçûn temyîzê û ne hiştin kesên dihatin mehkeme kirin parêzer ji xwe re bigrin. Mehkeme bi temamî bi huqûk hereket dikir.

Di 28ê Hezîranê de, dadgehê piştî darizandinê(!) qerara îdama 47 kesan da. 29ê Hezîranê de jî infaza wan hat kirin.

47 kesên hatin îdamkirin:

1 - Şêx Se’îd Efendî (Palo, şêxê terîqa Neqşîbendî, Serokê Qiyamê)

2 - Şêx Abdullah ê Melekan (Fermandarê Eniya Solxan, Varto û Mûşê)

3 - Kamil Beg (Kurê Halid Begê ji Tokliyan, serokê eşîrê, fermanber ê eniya Vartoyê)

4 - Baba Beg (Birayê Kamil Beg)

5 – Şêx Şerîf (Fermandarê Eniya Elezîzê)

6 – Feqîh Hesen Fehmî (Fermandarê Polîsê Darahênê û Midûrê Xizmetên Paşiyê, ji Modaniyan, eşîra Zıqtê),

7 - Hecî Sadiq (Gênc/Valêrî, li mintiqa navçeya Gêncê wezîfedar)

8 - Şêxh îbrahîm (Ji Çanê, Miftîyê Çepeqçûr)

9 – Şêx ‘Elî (Wezîfedar ê eniya Xarpêtê)

10 – Şêx Celal (Berpirsiyarê eniya Xarpêtê)

11- Şêx Hesen

12 - Mehemmed Beg (Kurê Îzzet Beg ê Ğerîbî) Qumandarê müfrezê li eniyên Diyarbekir û Licê,

13 - Mistefa Beg (Ji mîrên Hênê)

14 - Salih Beg (Ji mîrên Hênê)

15 – Şêx Abdullah (Çanî, Fermandar ê eniya Çebeqçûrê)

16 - Şêx Omer

17 - Şêx Adem (Ji Hênê)

18 - Qedrî Beg (Ji M'adenê, Fermandarê Polîsê M'adenê)

19- Mela Mehmûd (Ji Pîranê, berpirsê eniya kaniyê)

20 – Şêx Şemseddîn (Fermandarê Eniya Farqînê)

21 - Şêx Îsmaîl (Ji Diyarbekirê / gundê Termilê)

22- Şêx Ebdulletîf (Ji Diyarbekirê / gundê Termilê)

23- Mela Emîn (Şagirtê Şêx Abdullahê Melekan, Balikan, li eniya Vartoyê)

24 – 'Elî ‘Ereb ‘Ebdî Beg (berpirsiyarê eniya Çepeqçûrê)

25 - Mehmet Beg (Efserê eniya Vartoyê, kurê Halîl Begê ji Kargapazarê)

26 – Silêman Beg (Kabitê Şêx Şerîf, kurê cendirme Hesen Begê ji Sinikî)

27 - Mele Cemîl (Gênc / Musyanî, li eniyên Palo û Elezîzê)

28 - Silêman Beg (Kurê Omer Beg)

29 – Silêman Beg (Kurê Şerîf Beg, berpirsê eniya Kiğê)

30 - Tahir Beg

31 – Mahmut Beg (Kurê Mistefa Begê Hênê)

32 – Şêx ‘Elî (Kurê Şêxmûs, zabitê eniya Vartoyê)

33 - Hecî Xalid (Balikan, li eniya Vartoyê)

34 - Tîmûr Ağa (Li eniya Vartoyê)

35 - Abdulletîf Beg (Kurê Kamil Begê Xinûsê)

36 - Mehmet Beg (Muşî, li eniya Vartoyê)

37 - Silêman Beg (Li eniya Vartoyê)

38 - Behrî Beg (Li eniya Vartoyê)

39 - Şêx Cemîl (Ji Zorabadê)

40 – Yusuf Beg (Kurê Silêman Begê ji Çepeqçûrî, berpirsê eniya Çepeqçûrê)

41 – ‘Elî Badan Beg (Ji Eşîra Çewlikê/Yamaç, berpirsê eniya Çepeqçûrê)

42 - Xalid Beg (Ji Qargapazarê, li eniya Vartoyê)

43 – Xalid Beg (Kurê Nadir Beg, berpirsê eniya Xarpêtê)

44 - Tahir Beg (Kurê Mehmet Beg)

45 - Teyib ‘Elî Beg (Rêveberê Navçeyê)

46 - Çerkez (Kurê Ûsiv, ji derdora Şêx Seîd)

47 - Jenderme Hemîd.

Di 28ê Hezîranê de, dadgehê, biryara darvekirina 47 kesan da, ku Şêx Se’îd Efendî ew bixwe jî di nav de, û biryar yekser roja din hate darve kirin. Rejimê qebirê van şehîda veşart û hîn jî kes nizane ku qebirê wan li kuderê ye. Texmînê bi quwwet qebrê wan şehîda li Derê Çîyê dinava avahîyê eskerî yê û Sînema Yenîşehîr de bû. Îro li şuna Sînema Yenîşehîr de jêr dibêjin nexweşxana Alman yan jî Bower Hospital heye.

97 sal di ser re derbas bûye jî, feraseta fermî ya dîrokê ku hêj bi rastîyên dîrokî re rû bi rû nebûye, didome. Lê ya ku hêj trajîktir e ev e ku hêj cihê veşartinê cenazê şehîda nayên zanîn. Ev rewş hem li dijî Îslamê, hem li dijî peymanên navneteweyî û hem jî li dijî hemû nirxên wijdanî ye. Di beşa "kesên winda û mirî" ya Protokola Pêvek 1 ya Cenevreyê de, têgehên wekî rêzgirtina ji kesên mirî û bermahiyên wan, rêzgirtina cihên goran ên ji bo wan kesan hatine veqetandin, hêsankirina vegerandina mayîn û tiştên kesane yên mirî li daxwaza xizmên wan ên nêzîk têne behs kirin. Di huqûqa Îslamê de tê gotin ku cesedê dijminê te bi jî mirov nikare bê mirovahî bike. Tê gotin ku cenaze li derve nayê hiştin û divê bê definkirin. Û ya herî girîng jî, tekezî li ser wê yekê tê kirin ku eger aliyê din yanî merivê cenaze daxwaza cenazê xwe bike divê cenazê wan bidin wan.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.