QOALÎSYONA XAÇDAR

QOALÎSYONA XAÇDAR

SEROKCUHÛR ERDOĞAN JI BO BEŞDARÎ CIVÎNÊN SAZÎYA GÎŞTÎ YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BIBE LI NEW YORKÊ BÛ.

Serokcumhûr Recep Tayîp Erdoğan, Heta dojî bi tewrê xweyên li dijî îşgalê tevecuh digirt. Erdoğan peyva devê xwe guherand û li New yorkê di civîna sazîya gîştî ya neteweyên yekbûyî de, li hember medyayê beyan kir ku qoalîsyona îşgalê erênî dîtîye û divê êrîş bê navber bidome.

Pircaran Ak partîyê dianî ziman ku polîtîkaya Tirkîyê ya derveyê xwesere û bi emrê tu kesî kar nake, ne cumhûrîyeta mûzê ye û ne jî a çadirê ye. Lê belê bi vê beyana serokcuhûr Erdoğan, derket holê ku AK partî di van îddîayên xwe de ne rastin.

Berî niha wezîrê karên derve yê ‘Emrîqayê con kerrîy, ji bo Tirkîyê gotibû ku ewê Tirkî di warîyê alîkarîyê de çi ji wan bê wê bike. Li ber vê beyana kerrîy serokwezîr Dawûtoğlû weha gotibû: “Tirkî ne ew welatê ku wun kağiza îmtîhanê deynin ber. Emê di ‘eynî şertan de û wek hev bên bal hev.”

Lê belê ev beyana serokwezîr Erdoğana ku vê dawîyê li New Yorkê da, ev tewara Dawûtoğlû jî qedan û derket holê ku di polîtîkayên derveyê de ne xweserin.

Hukumeta Ak partîya ku bi îddîayên wê li coğrafyaya Îslamê piştevanîya mezlûman bike û ray ji xelkê muhafazakar dixwest, bi vê desteka xwe ya ku wê sivîl tê de bê qetil kirin, di nav tabanê wê yê ku ray didanê de xeyal şikestî çêbû.

Bi vê qerara Tirkîye ya dawîn derket holê ku hê jî Tirkîye di ji nava pençê ‘Emrîqa û welatên xerbê xelas nebûne. Şeytanê mezin ‘Emrîqa wê hê jî li ser pêçîyê xwe dike lîstok. Bi vê beyana Serokcuhûr Recep Tayîp Erdoğan êdî tu ferqa navbeyan Tirkîye û quqlayên ğerbê yen wek ‘ereban nemaye û wek hevin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.