Qomandarê Ehraruş Şamê Hat Qetilkirin
Li Îdlîba bajarê Sûrîyê, êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de qomandarê Ehraruş Şamê Hesen Ebbûd û hinek qomandarên herêman jî di nav de 45 kes hatin qetilkirin.
Li Îdlîba bajarê Sûriyê, bi wesaîta bombebarkirî êrîş birin ser civîna serok û qomandarên Ehraruş Şamê ya ku li ber rejîma Sûriyê mucadele dike. Di êrîşê de qomandarê Tûğaya Ehraruş Şamê Hesen Ebbûd û hinek qomandarên herêman jî di nav de 45 kes hatin qetilkirin.
Ebbûd lîderê cepha Îslamî ya ku ji gelek grûbên berxwedanê pêk dihat bû jî.
Berpirsiyarê medyayê yê Ehraruş Şama Cepheya Îslamî Salih Anadanî, di beyana xwe de got ku di êrîşê de lîderê tûğayê Hesen Ebbûd û ji qomandarên herêman Ebû Talha, Ebû Yazan eş-Şamî, Ebû Eymen, Ebul Xeyr Tûûm, Ebû Enes Bînneş û rayedarê şer’î yê Cepheya Îslamî Ebû Ebdulmelîk hatine qetilkirin. Êrîş li Ram Hemdana gundê Îdlîbê, bi wesaîteke bombebarkirî û di heyama ku qomandar civîn rast dikirin de pêk hatiye.
Anadanî da zanîn ku di êrîşê de bi dehan kes jî birîndar bûne, sebebê êrîşê û ji aliyê kê ve hatiye rastkirin hê ne diyar e.
Her wiha hat gotin ku lîderên Ehraruş Şamê, bi êrîşa kîmyewî fetisîne û can dane û li herêma hedîseyê şopa xwîn tune bûye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.