Qûrana Pîroza 6 Hezar Mitro
Li Iraqê Qûrana Pîroz a herî dirêj tê nivîsandin. Tê armanc kirin ku Qûrana 6 hezar mîtro bikeve Pirtûka Reaqorên Guiness ê.
Li Iraqê xebatek balkêş tê kirin. Hûseyîn el Harsana Iraqî, dixwaze ku Qûrana herî dirêj binivîse. El Harsan, li ser kaxizekê mezin, bi nivîsa xetê Qûrana Pîroz dinivîse. El Harsan li ser çokê xwe bi penûsên perê çivîkê dixebite û tê plan kirin ku ev nivîs 6 hezar mîtro dirêj bibe.
El Harsan rojê 16 seet dixebite. Ji ber êşa pişt û sitûyê xwe êdî nikare hêj zêde bixebite.
Hunermendê civan bi vê xebatê ve dixwaze bikeve Pirtûka Rekorên Guinness ê. Ji bo nivîsandina herî dirêja Qûranê heta niha tu kes serlênedaye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.