Qursên Quranê yên havînê ew ê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin

Qursên Quranê yên havînê ew ê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin

Qursên Quranê yên havînê yên ku ji hêla Rêveberiya Karûbarên Dînî ve têne organîzekirin, ew ê roja Duşemê di 6ê Tîrmehê de dest pê bikin. Serlêdanên ji bo qursan ew ê heta 13ê Tîrmehê berdewam bikin.

Li gorî daxuyaniyek ji Rêveberiya Karûbarên Dînî, pêvajoya qeydkirinê ji bo qursên Quranê yên havînê yên ku dê ji hêla miftîtiyên bajar û navçeyan ve werin lidarxistin, dest pê kiriye.

Ev dewre ew ê ji bo xwendekarên di komên temenê 4-6, 7-10 û 11-14 salî de bernameyên perwerdehiyê yên nîv roj û tevahiya rojê pêşkêş bikin.

Kesên ku dixwazin beşdarî qursên Quranê yên havînê bibin, dikarin heta 13ê Tîrmehê serlêdanên xwe bişînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.