Rageşîya Ermenistan û Azerbeycanê

Rageşîya Ermenistan û Azerbeycanê

Dı pevçûna lı sînorê ermenıstan û azerbaycanê de 4 eskerê dın ên azerî hatın kuştın. do jî 8 eskerên azerî hatıbûn kuştın.

Di pevçûna li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê de, 4 leşkerên din ên ordiya Azerbeycanê hatin kuştin.

 


Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê beyanat da û diyar kir ku ordiya Ermenistanê li ser sînorê di navbera her du dewletan de, li herêmên cuda 73 caran sînor îxlal kiriye. Li herêma Ağdam û Ağdereyê leşkerên Ermenistanê xwestine ku bikevin kozikên Azerbeycanê û ji ber vê jî şer derketiye.

 


Hat ragihandin ku di vî şerê şedîd de ji artêşa Ermenistanê çend leşker hatin kuştin û li ser vêya Ermenistan paşve vekişiya û ji artêşa Azerbeycanê jî 4 leşker hatin kuştin.

 


Rayedarên wezaretê sersaxî dan malbatên leşkerên hatine kuştin û diyar kirin ku leşkerên Azerbeycanê sînor xistine bin kontrola xwe.
Do jî di pevçûnên navbera her du hêlan de 8 leşkerên Azerbeycanê hatibûn kuştin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.