Rageşîya Ji Bo Mektebên Kurdî
Rageşîya ku grûbên Pkkyî bi bihana mektebên kurdî li herêmê daye destpêkirin dewam dike. Li Dîyarbekirê di bûyeran de nûçegîhanê Ajansa Anadolûyê hat kêrkirin û 50 kes jî hat binçavkirin. Li Cizîra Şirnexê 2 mekteb û li Colemêrgê jî mektebek hat şewitandi
Li Dîyarbekirê mohrkirina mektebên kurdî, bû sedema bertekên grûban û ji lew protesto hat rastkirin.
Di nav wan de seroka beledîya bajarê mezin Gultan Kişanak jî, grubeke protestovan ber bi mekteba ku cara duyemîn hatibû mohrkirin ve meşîya û dîsa mohra mektebê hat jêkirin.
Polîs midaxele kir û bûyer qewimî. Protestovanên Pkk- Bdpyî êrîşî mixabîrê ajansa Anadolûyê kirin. Di êrîşê de qameremanê ajansê Huseyîn Bağiş ji çîpê xwe hat kêrkirin, nûçegîhanê ajansê Azîz Aslan jî hat derbkirin û di qameraya wî de xisar pêk hat.
Grûba protestovan demekê nehiştin ku ambolans bên devera hedîseyê û birîndaran rakin nexweşxaneyê.
Piştî midaxeleya polîsan grûba Pkk- Bdpyî belav bû. Di hedîseyan de 50 kes hatin binçavkirin.
Li aliyê din li Colemêrgê grûba Pkkyî mektebek şewitand û di mektebê de xisara maddî pêk hat.
Li Cizîra Şirnexê jî 2 mekteb hatin şewitandin û sîstema teqînê ya ku danî bûn ber pira Cizîrê, ji teref polîsan ve hat îmhakirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.