Rapora Îxlalên Heqan Ên Li Misrê

Rapora Îxlalên Heqan Ên Li Misrê

Teşkîlata Effûyê ya Navneteweyî di heqê îxlalên heqan ên li Misrê de raporek weşand.

Li gorî rapora salane ya teşkîlatê, li Misrê li gorî sala borî girtinên kêfî, îşkenceyên di binçavan de û hedîseyên mirinê yên li merkezên polîsan zêde bûne. Zêdetirî 16 hezar kes hatine binçavkirin, 80 kes di zindanan de can dane.

Di raporê de hat gotin ku tenê li Îskenderiyeyê herî hindik 2 hezar 500 kes ji ber tercîhên xwe yên siyasî û tewra xwe ya dijberiya derbeyê hatine girtin. Di nav girtiyan de zêdetirî 500 xwendekar, 32 diktor, 38 dermanfiroş û 111 mamoste û parêzer hene.

Li aliyê din Çavdêrxaneya Heq û Azadiyan a Misrê û Teşkîlata Heqên Însanan a Kerameyê jî, di heqê îxlalên heqên însanan ên li Misrê de raporek amade kir. Di rapora wan de wiha tê xulasekirin:

Hêsîr di hucreyên ji bo yek kesî de dimînin, seranserê rojê di hucreyan de dimînin, heqê egsersîzan ê qanûnî nadin wan. Nahêlin kincan li xwe kin, di rojên pir sar de battaniye jî nadin wan. Ji sibatê vir ve nahêlin ku kesên girtî bi parêzer û merivên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Nahêlin ku herin mehkemeyan. Girtî marûzî heqaretên devkî û fiîlî dibin. Îlacan nadin kesên nexewş, ji lew hinek kesên girtî ji ber bêtedawiyê can dane.

Li aliyê din hat gotin ku li merkezên emniyetê dest dirêjiya 54 qîzên ciwan hatiye kirin. Ev hedîseyên zulm û destdirêjîyê hatine belgekirin. Çavkaniyên Hereketa Îttîfaka mîllî ya ku derbeyê red dike û destekê dide meşrûiyetê, di heqê van hedîseyên zulmê de agahî dan.

Rayedarên cûntayê li hepsan, qereqol, miduriyên emniyetê û di wesayîtên polîsan de zulm û destdirêjî kirine. (Hürseda Haber)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.