Rayedarên girtîgehê nehiştin dêya ku di qelbê wê de pîl heye lawê xwe bibîne
DİYARBEKİR - Dê Sultan Ulsena ku nexweşiya qelbê pêre heye xwest ku lawê xwe yê bi navê Weysî Ulsenê ku di Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Fyê ya Edenê de ye ziyaret bike lê ji ber ku di qelbê wê de pîl hebû mekîneya x-reyê hişyarî da û ev yek wek hincetê hat
Dê Sultan diyar kir ew ji ber vê rewşê ji îdareya girtîgehê gilîdar e û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez bang li serokomar dikim. Ev bû çend sal, çi zirara me gihaştiye kî ku vê yekê ji me re reva dibînin. Ez dê me, ez ji Diyarbekirê heta Edenê hatim, lê ji bo Xwedê di dilên wan de piçka rehmê nîne. Gelo min tiştekî mezin ji gardiyanan xwest? Min xwest ku lawê xwe bêhn bikim. Dema ku hisabê wan tê tiştê ku dixwazin dikin.Gelo heqê me jî nîne?Ev bû ev qas sal ku ez ber devê van derîyên rizî mirim û ez ketim vî halî. Qet nebe bila bihêlin ez lawê xwe bibînim. Jixwe salê carekê ez lawê xwe dibînim ku bi vê helwestê tehdayiyê li me dikin. Sal bi dawî dibe û ez bi bêhna lawê xwe îdare dikim. Ez bang li kesên rayedar dikim, bila êdî ev zilm bi dawî bibe.”
“Heger ku ev jina pîr çûba ba lawê xwe ew ê ev çi zirarê dabana te”
Bav Ehmed Ulsen jî di derbarê mijarê de diyar kir lawê wî bêûc û belesebeb di girtîgehê de tê girtin û di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe bi vî awayî anî ziman: “Ez bang serokomar dikim. Dema ku tu di televîzyonê de diaxî tê digot ‘Ka neviyên Selahaddînê Eyyûbî.’ Vaye ez adresê didim te; di girtîgehan de ne. Hûn dibînin xanima min 65 salî ye û ji ber ku nexweş e di qelbê wê de pîl heye û ev jî raporê wê ne. Ew ji vê derê diçe wê Edeneya ku germahiya wê 55 derece ye.Ji ber ku pîl di qelbê wê de heye nahêlin lawê xwe bibîne. Gardîyan jê pirsa raporê dikin.Tu îdarevan î, heke te hiştibana çûbana ba lawê xwe ew ê çi bûbana? Ew ê çi zirara wê gihaştibana te? Ka binêre, ji wê rojê ve dêya wî digrî, ma bi vî awayî dibe?”
“We lawê me xiste vî halî û di ser de jî hûn bela xwe ji me venakin”
Bav Ehmed Ulsen di berdewama axavtina xwe de diyar ew ji ber nasnameya xwe ya Îslamî rasta zilman tên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min çi kir? Gelo li ber esker û polêsan re rabû? Naxêr. Çi ye, dersa Qur’anê daye. Ji sedî 95ê vî welatî Misliman e. Em însanên ku ji nesla Muhammed hatine ne, em mecbûr in ku vê Mislimantiyê bidomînin. Wisa mekin heqaretî Mislimanan nekin.
Ez bang li serokomar, serokwezîr û li wezîrê edaletê dikim!Ez bav im û 77 salî me. Êdî ev zilma ku hûn dikin bes nekin. Xwedî li vî xelkî derkevin. Lawê min çi kir ku bi mehan îşkence lê hat kirin û cezaya muebbet jê re hat dayîn. Wê lawê me xiste vî halî û di ser de jî hûn bela xwe ji me venakin. Dev ji me berdin em jî însan in û em jî dixwazin bijîn. Xweda, pêxember û qibla me yek e, em birayê hevdû yê dînê Îslamê ne. Ez bang li însanên ku îmana wan heye dikim. Em ev in.”
Tiştê ku li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Fyê ya Edenê hatine serê mala malbata Ulsen ne ev tenê ne. Rumeysa Ulsena ku qîza Weysî Ulsenî ye di sala 2011an de ji ber ku bi çarçef bû îdareya girtîgehê nehiştibû ku ew bavê xwe bibîne. Ji ber bûyera herî dawî ya ku pêk hat me xwest ku bi rayedarên girtîgehê re di derbarê mijarê de hevdîtinê bikin. Lê rayedar di derbarê mijarê de nexwastin biaxivin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.