Rêbazên bibandor ên ji bo şewata destan a ku di dema jêkirina îsotê de çêdibe

Rêbazên bibandor ên ji bo şewata destan a ku di dema jêkirina îsotê de çêdibe

Ji ber ku madeya kapsaîsînê di avê de nahele, tenê şuştina bi avê êş û şewatê nabire. Berhemên li ser bingeha rûn û berhemên şîr di nav çareseriyên herî bibandor ên destwerdana yekem de ne.

Madeya kapsaîsînê ya ku di dema jêkirina îsotê de dibe sedema şewata li ser destan, pêkhateyeke ku di rûn de dihele. Ji ber vê yekê, tenê şuştina destan bi avê êş û şewatê nakemîne. Li gorî pisporan, hinek rêbazên pratîkî yên ku li malê dikarin bêne sepandin dikarin bandora kapsaîsînê kêm bikin.

Çareseriyên li ser bingeha rûn:

Rûnê zeytûnê an rûnê gulberojê li destan tê xistin û bi vê yekê kapsaîsîn dihele. Piştre şuştina bi sabûna firaqan re serkeftî dibe.

Berhemên şîr:

Proteîna kazeînê ya di nav mast an şîrê tijî rûn de, kapsaîsînê girê dide û wê bêbandor dike. Bihêştina destan a 10-15 deqîqeyan di nav van berheman de tê pêşniyarkirin.

Rêbazên asîdî:

Sîrke an lîmon dikare kapsaîsînê nötralîze bike. Lê belê ger li ser çerm birîn hebe, dibe ku ev rêbaz êşê bide.

Çareseriyên alternatîf:

Xurandina bi macûna karbonatê an jî bi telviya qahveyê re hem şewatê hindik dike hem jî bîhnê dibire.

Pispor destnîşan dikin ku şuştina destan bi madeyên kîmyewî yên mîna ava cilan dê zararên giran bide çerm û teqez dikin ku divê ev rêbaz bi ti awayî neyê bikaranîn. Ger sorbûna zêde, werm an jî reaksiyona alerjîk çêbibe, tê pêşniyarkirin ku bêyî wendakirina demê serî li saziyeke tenduristiyê bidin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.