Rejîma Siûdê dê desteka fuzeyan bide mixelefata Sûrî
Wezîrê Karên Derve ya Rejîma Siûdê Adîl El Cubeyr diyar kir ku dê piştgiriya alîkariya fuzeyan bidin mixalefetên Sûrî.
Wezîrê Karên Derve ya Rejîma Siûdê Adîl El Cubeyr, daxuyanî da Kovara Der Spîegelê ya Almanî. Her wiha El Cubeyr diyar kir ku dê piştgiriya alîkariya fuzeyan bidin mixalefetên Sûrî.
Dê fuzeyên Siûdê hevsengiya hêzên Sûrî biguherîne
Cubeyr diyar kir ku dê ev yek hevsengiya hêzên Sûrî biguherîne. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Em difikirin ku dê fuzeyên Siûdê hevsengiya hêzên Sûrî biguherîne. Dê ev fuze êrîşên teyare û balafiran bê bandor bike. Dê fuzeyên Siûdê hevsengiya hêzên Sûrî biguherîne.”
Cubeyr diyar kir piştgiriya ku Ûris dide Esed dê nebe sedema xelasbûna Esed. Dûvre Cubeyr destnîşankir ji bo ku pêvajoya siyasî dest pê bike divê ku Esed ji wezîfê were dûr xistin.
“Em ji bo gelê Sûrî daxwaziya mafên wekhev dikin”
Adîl El Cubeyr di derbarê têkiliyên bi Ûris re daxuyanî da. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Heke em tamaşa îxtîlafên Sûrî nekin, têkiliyê me yên bi Sûrî re gelek baş in. Îxtîlafiyê me yên bi Sûrî re stratejîk nînin. Ev yek di derbarê siriştî de ye. Em hemî bi hev re ji bo gelê Sûrî daxwaziya mafên hevpar dikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.