Rewşa Herêma Kurdistanê

Rewşa Herêma Kurdistanê

Lı herêma kurdıstanê, şerê pêşmerge û daîşê dewam dıke. pêşmergeyan du gund xıstın bın kontrola xwe. lı alıyê dın wezîrê karên derve yê îranê cewad zarîf, lı hewlêrê bı serokê herêmê mesûd barzanî re hat cem hev.

Li Herêma Kurdistanê şerê Pêşmerge û DAÎŞê dewam dike. Pêşmergeyan nehiyeya Bakirteyê ya Mûsilê û du gund xistin bin kontrola xwe. Êrîş li dora Mexmûrê giran dibin.

Hat gotin ku bi hezaran pêşmerge bi wesayît, top û çekên giran ji bo îxtimala êrîşên DAÎŞê li ser sînoran disekinin.

Berpirsyarê Hewlêrê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê Elî Huseyîn got ku li der û dora navçeya Mexmûrê, di destê DAÎŞê de bi tenê 3 gund mane, yên din ketine destê pêşmergeyan.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî re hat bal hev.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf piştî têkiliyên li Bexda û Necefê, hat Hewlêrê û ji aliyê gelek rayedarên îdara herêmê ve hat pêşwazîkirin. Zarîf derbasî ofîsa Serokwezîriyê bû û bi Mesûd Barzanî re hat bal hev. Tê gotin ku Zarîf û Barzanî, li ser rewşa herêm û Iraqê, bûyerên dawîn xeber dane.  

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.