Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê

Lı ıraqê serokwezîr malıkî got ku îstîfa kırıye. wezîrê karên derveyê ahmet davutoğlu û serokê mesclîsa temsîlkaran a ıraqê yê berê usame nûceyfî hatın cem hev. lı alıyê dın hat dıyarkırın ku pêşmergeyê 3 bajarokên mûsılê xıstıne bın kontrola xwe.

Li Iraqê serokwezîr Nûrî Malikî da zanîn ku dev ji wezîfeyê berdaye û ji bo Haydar Îbadîyê ku ji aliyê serokcimhûr Fûad Mehsûm ve bi avakirina hikûmetê hatiye wezîfedarkirin re serkeftin xwest. Malikî beyan kir ku divê partiyên siyasî bi hev re bimeşin.


Li Enqerê jî Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoğlu û Serokê Meclisa Temsîlkaran a Iraqê yê berê Usame Nuceyfî hatin cem hev. Hevdîtin li Avahiya Karên Derve dest pê kir û ji medyayê re girtî dewam kir. Hat gotin ku di hevdîtinê de qewimînên dawîn ên li Iraqê hatine nirxandin.


Li aliyê din Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku 3 bajarokên Mûsilê Sûkûf, Hasar û Qesrûkê yên ku di destê endamên DÎŞIyê de bûn xelaskirine û xistine bin kontrola xwe.


Li gorî agahiyan pêşmergeyê bi alîkariya teyarên herbê yên ordiya Iraqê operasyon birine ser Sûkûf, Hasar û Kasrûka bajarokên Mûsilê û xistine bin kontrolê.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.