Rewşa koçberên Kobanî yên li ser sînor pir xirab e
Rewşa koçberên Kobanî yên li ser sînor pir xirab e
Rewşa koçber û penaberên Kobanî yên ku li ser sînor mane her wiha yên ku derbasî aliyê Bakur jî bûne pir xirab e.
Di dîmenên herî dawî yên Rûdawê de tê dîtin ku heta niha jî gellek penaberên Kobanî yên ji tirsa DAIŞê reviyane, li ser sînorê Rojava û Bakur mane û hêzên tirk jî nahêlin ew derbasî aliyê Bakur bibin.
Koçberên Kobanî yên li ser sînor mane bi taybet zarok di rewşek pir xirab de ne.
Li ser sînor her wiha hejmarek zaf pez û dewarên gundiyan jî tê dîtin.
Ji aliyekî din ve, Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş îro ragihand, hejmara koçberên Kobanî yên derbasî Bakurê Kurdistanê bûne ji 130 hezar kesî derbas kiriye.
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.