Rewşa Musulmanên Arakan

Rewşa Musulmanên Arakan

Rewşa Musulmanên ArakanDê Musulmanên Arakan Bên Dervê Sînor Kirin

Serekê Dewleta Myanmarê dixwaze ku Musulmanên li nav welat bên dervê sînor kirin û bên xistin kampên di bin kontrola Dewletên Yekbûyî de.

Êş û elema Musulmanên Arakanê bi dawî nabe. Li gor tê zanîn di êrîşên dawî yên çeteyên Bûdîstan de gelek Musulman hatibûn qetlî’am kirin. Musulmanên Arakanî ku bi salane di bin te’deyan de heyata xwe dewam dikin vêgajî dixwazin ku wan surgun û nefî bikin.

Serekê Dewleta Myanmarê Theîn, got: Lazime ku Musulmanên li Arakan bên dervî sînor kirin û bên şandin kampên di bin kontrola Dewletên Yekbûyî.

Serekê cuntaya berê, vê yekê bi awayê çareseriya bi tenê nirxande. Serekê Myanmerê got: Heger dewleteka din van Musulmanên ku ji jimara wan dighê milyonekî qebûl bike dê wan bişînin.

Di hêla dî de daîra multeciyan a Dewletên Yekbûyî çêkirina kampan ji bo Musulmanên Arakanê red kir.  Daîrê beyan kir ku dixwazin gelê Arakanê bê cî û war bikin.

Musulmanên Arakanê ev bi salane ji ber zulma ku li wan tê kirin bi awayê sîstematîk, bi keştiyan ji Arakanê direvin. Bangledeşa ku gelek multeciyên Myanmarê lê hene jî wan dîsa dişîne welatê wanê ku jê hîcret kirine.

(Muhammed Sebatî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.