Roja Xwedî Derketina Li Quranê

Roja Xwedî Derketina Li Quranê

Îro ji ber ku bi bihana êrîşên 11ê Îlonê, li dijî Îslam û muslumanan êrîş û heqaret tên kirin,wek Roja Xwedî Derketina liQur’anê hatiye îlankirin.

Piştî êrîşên 11ê îlonê, di pêşîvantîya Amerîkaya emperyalîst de cepheya xaçperestan welatên muslumanan yek bi yek îşgal kiribûn û li ğerbê jî hinek sivîlên rûhê wan nexweş, di serkêşiya papazan de çalakîyên şewitandina Qur’ana Pîroz dabûn destpêkirin.

Ev êrîşkarîya ku bi ehmaqî û dûrîaqil ewladên muslumanan bi xwinxwarî qetil dikir û ji teref bênisîban ve şewitandina Qur’ana Pîroz, li ‘alema Îslamê bûbû sedema bertek û tepkîyên şedît.

Li ber êrîşên li dijî Qur’anê ku disala 2010an de gihabûn zîrweyê, li Batman û Dîyarbekirê, bi deh hezaran musluman ji bo bertekên şedîd nîşan bidin civîyabûn.

Platformên Nesla Quranî û Evîndarên Pêxember jî 11ê îlonê, wek Roja Xwedîderketina li Quranê ya Dinyayê îlan kiribûn û gazî pevrebûna li dor Quranê kiribûn.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.