Roket hat avêtin Kilîs û Reyhanliyê

Roket hat avêtin Kilîs û Reyhanliyê

Ji Efrîna Sûrîyê roket hat avêtin navenda Kilîsê û Reyhanliya Hatayê.

Hat ragihandin ji Efrîna Sûrîyê ji teref endamên PYD/PKKê ve roket hat avêtin navenda Kilîsê û Reyhanliya Hatayê.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin roketa ku di seat 16.00an de hat avêtin li Taxa Ataturkê îsabetî avahîyeke 3 qetî kir. Di encama teqîna roketê de tiştek bi tu kesî nehat.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Kilîsê ve hat dayîn de hat ragihandin di encama roketa ku hatiye avêtin de tiştek bi tu kesî nehatiye û li cihê bûyerê lêkolîn tê kirin.

Roketek din a ku ji Efrînê hat avêtin li Reyhanliya Hatayê ket nava bexçeyê zeytûnan. Di êrîşa ku hat kirin de tiştek bi kesî nehat.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.