Roket hatin avêtin Hatay û Kilîsê: 3 birîndar
Ji Efrîna Sûrîyê roket hatin avêtin navenda Kilîsê û Reyhanliya Hatayê. Di encama teqîna roketan de 3 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ji teref PKKê ve ji alîyê Efrîna Sûrîyê 5 roket hatin avêtin. Ji roketên ku hatin avêtin 3 heb îsabetî navenda Kilîsê kirin, di encama teqîna roketan de 3 kes birîndar bûn. Her wisa ji roketên ku hatin avêtin 2 heb jî îsabetî hewşa maleke li Reyhanliya Hatayê kirin.
Hat ragihandin piştî avêtina roketan gelek ambûlans û polês sewqî cihê bûyerê hatin kirin û kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.