Roket îsabetî mizgeftê kir
Di operasyonên ku berdewam dikin de roket îsabetî mizgeftê kir.
Her weke ku tê zanîn berî ve 5 rojan li Şernexê derketina derve hatibû qedexekirin ku ji wê rojê ve operasyon jî li navenda bajêr dest pê kiribûn.Li bajêra ku lê operasyon berdewam dikin di pevçûnan de roketek îsabetî Mizgefta Hecî Umer kir.Ji ber îsabetkirina roketê di mizgeftê de zirar pêk hat.
Her wiha li Taxên Yenî, Yeşîlyurt, Îsmet Paşa, Dîcle , Cumhurîyet û Bahçelîevlerê barîkatên ku hatine danîn bi topan tên îmhakirin.
Hat hînbûn di pevçûnan de 11 PKKyî hatine kuştin û di 4emîn roja qedexê de tevde di 496 malan de lêgerîn hatiye kirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.