Roketa ku ji Sûrê hat avêtin îsabetê malek kir

Roketa ku ji Sûrê hat avêtin îsabetê malek kir

Ji navçeya Sûra Amedê roketa ku hat avêtin îsabetê mala ku li Taxa Îskenderpaşayê ye kir. Di encama bûyerê de jinek jiyana xwe ji dest da kesek jî birîndar bû. Hat ragihandin ku di vê taxê de qedexeya derketina derve tuneye.

Di navçeya Sûrê de pevçûn didome. Hat ragihandin ku îro di derdora saet 13.00an de ji teref PKKyiyan ve roket hat avêtin. Ev roket îsabetê mala ku di Taxa Îskenderpaşayê de ye kir. Her wiha hat destnîşankirin ku di vê taxê de qedexeya derketina derve tune.

Di encama bûyerê de kesa bi navê M.A. jiyana xwe ji dest da. Kesek jî birîndar bû. Ekîbên tendirustiyê birîndarê rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku ev roket ji teref PKKyiyan ve hatiye avêtin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.