RTUK ji teqîna re qedexeya weşanê anî
NAVENDA NÛÇEYAN - RTURK ji teqîna Kolana Îstîklala Beyogluyê re qedexeya weşanê anî.
Qedexe ji teref RTUKê ve li ser malpera fermî bi daxuyaniyekê hat îlankirin.
Di daxuyaniya ku hatiye weşandin de wiha hat ragihandin: “Teqîna ku di 19ê Adara 2016an de li Kolana Îstîklala Beyogluyê pêk hatiye di çarçoveya qanûnan de hatiye nirxandin û bi nivîsa hejmera 01017an a ku di 19.03.2016an de ji teref Serokwezîrtiyê ve hatiye weşandin ji teqînê re ji bona demekê qedexeya weşanê hatiye îlankirin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.