Ruhanî: “Em ê bersiva sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin bidin”

Ruhanî: “Em ê bersiva sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin bidin”

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî derheqê sûîqasta ku li Muhsîn Faxrîzade hat kirin de daxuyanîyek belav kir.

Ruhanî di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Neteweya Îranê bi qail e û ew ê nekeve wê kêmîna ku ji teref siyonistan ve hatiye sazkirin.” Ruhanî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Cardin rejîma siyonist û emperyalîzma kurewî xwîna ewledên welatê me rijandin. Vê yekê me gelekî zêde xemgîn kir. Ev bûyera terorê ya ku hat kirin acizîya dijminên milleta me nîşan dide. Em ê bersiva sûîqasta ku li Faxrîzade hat kirin bidin Lê belê divê gelê Îranê bizanibe ku şehadeta kesên mîna Muhsîn Faxrîzade tu zirarê nade îradeya xortên Îranê, berewajî ew ê qerardarîya wan a di rêya şehadetê zêde bike."

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.