Rusya: Bi balafirên bêînsan 13 êrîş li baregahên me yên li Sûrîyê hat kirin

Rusya: Bi balafirên bêînsan 13 êrîş li baregahên me yên li Sûrîyê hat kirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir bi balafirên bêînsan herî kêm 13 êrîş li baregahên me yênTartus û Hmemymîm ênli Sûrîyê hat kirin.

Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat destnîşankirin di 6ê Çileyê de  bi balafirên bêînsan herî kêm 13 êrîş li baregahên wan ên Tartus û Hmemymîm ên  li Sûrîyê hatien kirin û ev êrîş bi amûrên parastina asimanî hatine bertarafkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin kontrola 6 balafirên bêînsan hatiye bidestxistin û 7 balafirên bêînsan jî bi mûşekên Pantsît-S hatine îmhakirin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Balafirên bêînsan ji herêmeke ku 50 kîlometre dûrî baregahan e bi bikaranîna teknolojîya navîgasyona modern hatine şandin. Di êrîşên ku hatin kirin de tiştek bi leşkerên Rûsyayê nehatiye û hêj ew kesên ku êrîşan li dar xistine nayê zanîn.”

Di xebera ku di 4ê Çileyê de di Rojnameya Rus Kommersantê hat weşandin de hat destnîşankirin di êrîşa bi hewan a di 31ê Kanûna 2017an de  li baregahê hatibû kirin de 2 leşker miribûn û zêdetirî 10 leşkeran jî birîndar bûbûn û 7 balafirên şer jî hatibûn hilweşandin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.