Rutbeyên 470 Komîserî Hatin Stendin
Rutbeyên 470 komîserên ku ğeyrî qanûnî hatine payebilindkirin, hatin stendin. Komîser û alîkarên komîser bûn polîs.
Bi rapora mufettîşan tesbît bû ku pirsên îmtîhana bilindikirina rutbeyê yên di teşkîlata emniyetê de hatine dizîn û li hinek memûrên polîs hatine belavkirin. Ji lew Midûriya giştî ya Emnîyetê ket hereketê.
Di lêkolînên li ser îmtîhanên 2009, 2010 û 2011an de hat tesbîtkirin ku 470 kes bi kopyayê bûne komîser û alîkarên komîser. Di dawîya lêpirsînê de rutbeyên 470 komîser û alîkarên komîser ên li 30 bajarî hatin stendin.
Komîser û alîkarên komîserên ku rutbeya wan bêqanûnî hatibûn bilindkirin bûn polîs. Hat gotin ku wê stendina rutbeyê dewam bike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.