Şahidê bûyêrê Demîr: Bi hedef girtinê gule hat reşandin

Şahidê bûyêrê Demîr: Bi hedef girtinê gule hat reşandin

Şahide qetilirina 2 HUDA PARîyan Mahmut Demîr bi ÎLKHAyê axivî û diyar kir ku bi hedef girtinê gulê hat reşandin.

Li gundê Xanikê yê girêdaye Hezexeya Şirnexê di encamê êrîşa biçek a HDPyîyan de 2 endamên HUDA PARê Mehmet Şerîf Şîmşek û Abdulcelîl Talayhan hatin qetil kirin. Şahidê êrîşa HDPyîyan Mahmûd Demîr, qewimîna êrîşê ji ÎLKHAyê re îzah kir.

“Li ser navê PKKyê silogan avêtin û hewl dan da ku gundîyan tehrîk bikin”

Mahmûd Demîr di derbarê bûyerê de wiha axivî: “ HDPyî bi hinceta xebatên hilbijartinê hatin gund. Lê belê li şûna xebatên hilbijartinê ve propagandaya PKK kirin. Her wiha di salên 90an de jî 6 gundî ji teref PKK ve di tarîxên cuda de hatin qetil kirin. Bi taybetî dema ku HDPyî ji ber malen wan kesên ku ji teref PKK ve hatibûn qetil kirin derbas dibûn di lehê PKKyê de ango li ser navê PKK silogan avêtin û hewldan ku wan tehrîk bikin.”

“Di salên 90an de pismamekî min jî  ji teref PKK ve hatibû qetil kirin”

Demîr, axavtina xwe her wiha domand: “Di salên 90an de pismamekî min jî  ji teref PKK ve hatibû qetil kirin . HDPyîyên ku hatibûn gund jî dema ku ji ber mala pismamê min ê ku ji teref PKK ve hatibû qetil kirin derbas bûn dest bi avêtina siloganên mîna ‘Bîjî PKK, Em hemû Ermenî ne’ kirin. Ji ber vê yekê dêya pismamê min derket dervê û bertek nîşanî wan da. Lê belê tu kes lê guhdar nekir.”

“Gundî, ji listîka ku pîrek û zilam di nav hevdu de dilîstin aciz bûn”

Demîr piştî ku tehrîk û provakasyonên ku HDPyîyan kirne rave kir re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ HDPyî piştî ku di nava gund de hereketên provakatîf kirin re derbasî meydana gund bûn û dest bi reqs û daweta ya jinik û mêrik di nav hevdu de kirin. Ji ber ku gundîyên gundê me giştî wê dîndar û mutedeyîn e ji vê menzereyê aciz û nerihet bûn. Gundî ji ber vê acizbûna xwe çûn ku bi HDPyîyan re bipeyîvin. Lê bele HDPyî  daxwaza gundîyan bitundî red kirin û êrîşî gundî yan kirin.”

“Gule reşandin bi hedef girtin û bi zanebûn bû”

Demîr wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez û Şehîd Abdûlcelîl li hemberî meydana gund di nava erdê xwe de dixebitîn. Dema ku me gengeşî û xirecirê dît  ji bo ku em hîn bin ka gelo çi bûye, em jî çûn meydana gund. Dema hêj gengeşî dewam dikir, Sedat di deste wî de keleş hebû û derket ser banê xanîyê.  Ji nişka ve min denge teqîna keleşe bihîst. Dema ku min li pey xwe zivirî , min dît ku pismamê min Abdûlcelîl li erdê radiza.  Min çawa dît ku Abdûlcelîl birîndar bûye , bilez gazî birazîyê xwe Mehmet Şerîf  kir û min jê re got ku Birazî bilez here erebe bîne, gulê li xalê te reşandin.  Çawa ku min rewşa xalê wî jê re got, hat ber serê xalê xwe û hewl da ji bona xalê xwe hembêz bike. Min jî cardin jê re got ku biçe erebe bîne. Erebe jî di bin dîwara mala Sedat de bû. Şehîd Mehmet Şerîf dema ku çû erebe bîne Sedat li wî jî bi keleşan reşand. Piştî êrîşê, HDPyî  li ser navê PKK silogan avêtin û ji gund veqetîyan. Piştî 15 deqîqeyê esker hat gund. Lê bele tiştekî ku were kirin nemabû.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.