Şahidê veşartî ‘Zumrut’ 8 kesî teşhîs kir

Şahidê veşartî ‘Zumrut’ 8 kesî teşhîs kir

4emîn niştina doza Yasîn Boru bi guhdarkirina şahidê veşartî yê duyemîn ê bi navê kod ‘Zumrut’ berdewam dike.

4emîn niştina doza Yasîn Boru bi guhdarkirina  şahidê veşartî yê duyemîn ê bi navê kod ‘Zumrut’ berdewam dike. Şahidê veşartî ‘Zumrut’ di niştinê de diyar kir wî, roja bûyeran 8 kesî li cihê ku wehşet lê pêk hatiye dîtiye.

Şahidê veşartî yê bi navê kod ‘Zumrut’ diyar kir ew roja bûyeran  dêya Ugur Doganayê ku hêj bi girtî tê darizandin û her wiha Yildiz Doganay jî dîtiye û  Yildiz Doganay li ser serê Yasîn û hevalên wî dilîland û hewl dida kesên ku bûyer derxistine har bike.

 “Yildiz Doganay û lawê wê Ugur Doganay di bûyeran de her tim li pêş bûn”

Şahidê veşartî Zumrut di îfadeya ku da de destnîşan kir Yildiz Doganay û lawê wê Ugur Doganay di bûyeran de her tim li pêş bûn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ugur Doganay jî di nava wan kesên ku xwe ji balqonê berdan jêrê û xortan qetilkirin de bû.Dêya wî jî li ber serê xortan dilîlan d û digot ‘Wan geber bikin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.