Salîh Çelîkê xwedîdozvan di salvegera rehmeta xwe de li ber gora xwe hat yadkirin

Salîh Çelîkê ku ji ber îşkenceya giran a ku di girtîgehê de hat kirin piştî 28ê Sibatê û biryarên nehiqûqî yên daraza FETOyê ji ber xizmetên xwe yên Îslamî pê re nexweşîya pençeşêra gurçik û qansêrê ket, di sala 3yemîn a wefata xwe de hat bibîranîn.

Bi minasebeta 3yemin salvegera rehmetkirina Salîh Demîrê ku jîyana xwe ji bo de’wa Îslamê feda kiribû, li navçeya Farqîna Dîyarbekirê li ser gora wî ya li goristana Şehîdên Susayê bernameyek hat tertîpkirin.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û Hecî Alî Bîlmezê Serokê Navçeya Bismil yê HUDA PARê, qala exlaqê merhum, wefaya wî ya ji de’wa Îslamê re û zehmetîyên ku kişandîye kir.

Bîlmez derdorê nîşan da û weha got, “Gelo ku zimanê ev devî û çîyayan hebûna û Xwedê Teala ji wan re îzîn dabûna ku xeber bidin gelek tiştên cuda ên ku qal bikin hene. Berîya ku ez qala jîyana merhum bikim ji we re ev tiştê bibêjim, berê li herêmê axa, beg û şêx hebûn. Dema ku pirsgirêkek hebûna gotin li ser wan diket û ew pirsgirêk jî herî xweşik çareser dibû. Dema ku em gîştin wê rojê li herêmê rêkxistinek derket û li herêmê çi şêx, çi axa û çi jî began hişt; hemûyên wan bi şeklekî ji xwe re kirin kole.”

“Dewa wî Îslam bû”

Bîlmez di axavtina xwe de qala wê cihê xwe yê wê rojê jî kir û weha axavtina xwe domand, “Wan axa û şêxan dema ku xwedîyê gotinan bûn hê em di civakê de nedihatin naskirin jî. Herî îxtîyarê me 35-40 salî bû. Me bi vê şeklê xwe dema ku îtîraz li PKKê kir 3 tiştan dan ber me; ‘Hûnê an teslîmê me bibin an ji vê welatê biçin an jî werin kuştin.’ Û bi rastî em hatin kuştin jî. Serê ‘ewil alimên me kuştin, dû re jî wek li Susayê bû di mizgeftan de qetlîaman kirin, ji tîcareta me re astengîyan derxistin. Ji xwe em jî ev tiştan zanibûn û bi zanebûna van tiştan me serê xwe kiribû binê çengê xwe û ketibûn vê de’wê.”

Bîlmez, di axavtina xwe de qala naskirina xwe û Salîh Demîr jî kir û weha got, “Dema ku em di sala 1991an de bi Kekê Salîh re hevdu nas kir em herdu jî bi tîcaretê re eleqe dibûn. Tiştê ku min di wî de dît ew ê en serî cesareta wî bû. Bi rastî jî ew gelek cesur û yekî pêbawer bû. Gelek pirsgirêkan dît û wan pirsgirêkan jî çareser kiribû. De’wa wî quretî û pozbilindî nebû, ev tiştan bi wî re tunebûn. De’wa wî de’wa Îslamê bû. Çîmkî wê demê dewreke wisa bû ku kes nikaribû barê wê de’wê bidana li ser milên xwe. Tu kes bi rehetî nikaribû kima xwe bidana ser serê xwe, tizbîyekî bikarana destê xwe, şelwarekî li xwe bikirana an jî çarşefek li pîreka xwe bikirana.”

Bîlmez, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Wê demê ez û wî piştî vir û tometên reş ên ku derheqê Misilmanan de hatibû destpêkirin ketibûn girtîgehê, demekî em bi hevdu re man. Li wê derê jî ferqîya xwe nîşanê me da sebr û dilxweşîyê dida me. Ji ber nexweşîna ku piştî girtîgehê destpêkiribû rehmet kir. Xwedê Teala rehma xwe li wî bike.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.