Salvegera Qetlîama Başbağlarê
Hovên çıyê û hêzên tarî heyfa Madımaka Sîwasê jı Başbağlarê hılanîn: 33 kesên bêguneh hatın qetılkırın.
5ê Temûza 1993an, Başbağlara gundê Erzîncan. Gava ku azana meğrîbê dihat xwendin, hêzên tarî û hovên çiyê bi sîlehên giran, girtin ser gund. Cemaet ji camiyê derxistin, li meydana gund kom kirin. Li nav gund jî nav bi nav anons kirin û gundî ji malan derxistin derveyê.
Li gund wehşet û qetlîamê di saet 8ê êvarê de dest pê kir û heta 10ê şevê dewam kir. Agir bera mala dan. Rêya gund hat girtin û telefona gund hat birîn. Li meydana gund canê 28 gundiyên ku li wan hate reşandin, ji hev perçe bû. 5 gundî jî di malan de bi şewatê hatin kuştin. Camî, mekteb, mêvanxane yên gund, mala melayê gund, lojmana mamosteyan, bi sedan heywan, 5 wesaît û 191 mal bi sîlehên lav û giran, bi dînamît û bombe û mazotê hatin şewitandin. Hêzên tarî û hovên çiyê reviyan, li dû wan agir û duxan û feryad û fîxan man. Bi rojan agir û duxan ji malên şewitî bilind bûn.
Di yekê şevê de gundiyan xeber dan qereqola Cendermeyê ya Başpinarê, lê çi hîkmet be qereqolê guhneda îxbarê. Di saet 5ê sibehê de gundiyek xwe dispêre gundê cîran û ji wir telefonî kurê xwe yê li Stenbolê dike, kurê wî jî telefonî Qaymeqamtiya Kemaliyeya navçeya Erzîncanê dike. Dewlet hê bi vî awayî ji qetlîamê xeber dibe. Hêzên ewlehiyê digel qaymeqam di 9ê sibehê de tên gund. Weka ku êzingan bavêjin traktorê, cesedên şehîdan avêtin qemyona Koy Xizmetleriyê û du roj piştî qetlîamê li dûrî gund veşartin.
21 sal bi ser qetlîamê ketin lê dewletê ji bo ronîkirina qetlîamê hê tu gavên cîddî neavêtine, ji bo girtin û cezakirina failên qetlîamê tiştek nekiriye. Kesên ku li ser ekran û medyaya sosyalê diqîrin ku wê qetlîama Sîwasê ji bîr nekin, newêrin navê Başbağlarê bînin ser zimanê xwe.
Şek û şuphe tê de tune ye ku heyfa Madimaka Sîwasê, ji aliyê hêzên tarî ve bi destê hovên çiyê ji reben û bêgunehên Başbağlarê hatiye hilanîn. Xweda rehma xwe li şehîdên Başbağlarê bike û xwîn û heyfa wan mezlûman ji zaliman re nehêle. (Hürseda Haber)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.